**AV**
Azadî ne virr e
Azadî ne razber e
Azadî av e
Şoreş ne xewn e
Şoreş ne gotinek vala ye
Şoreş av e
Qehr ne nexweşî ye
Qehr ne bindestî ye
Qehr av e
Hez ne soz e
Hez ne dûrî ye
Hez av e
Jîn rastî ye
Jîn mestî ye
Jîn av e
Azadî şoreş e
Şoreş qehr e
Qehr hez e
Hez jîn e
Azadî jîn e
Ma ev helbesta te ye?
Erê, ev helbesta min e! :)
Tu her hebî! Tu helbestvan û nivîskar î gelo?
Spas! Ez helbestan dinivîsim û ez navê helbestvaniyê li xwe dikim lê wekî helbestvan ne bi nav im û ne bi deng im.